Seyda Şêx Evdirehmanê Şêx Mihemed wefat kir
Alimê naskirî yê ji devera Hacîbeyran û Botan, Seyda Şêx Mele Evdirehmanê Şêx Mihemedê Şêx Şemsedînî şeva borî wefat kir.
Diyarbekir (K24) - Alimê naskirî yê ji devera Hacîbeyran û Botan, Seyda Şêx Mele Evdirehmanê Şêx Mihemedê Şêx Şemsedînî şeva borî, roja îniya pîroz, li Diyarbekirê ji ber nexweşiya vîrusa koronayê di temenê xwe yê 77 salî de wefat kir û çû ber mîhribanî û dilovaniya Xwedayê mezin.
Seyda Şêx Mele Evdirehman sala 1943yê û li gor qeydên resmî sala 1947ê li gundikê Melî (Balveren), li Şirnexê li devera Hacîbeyran ya Botan hat dinyayê. Gundikê Melî eve zêdetirî 400 salan e ku hatiye avakirin û Seyda û bavê wî Şêx Mihemed û bapîrê wî Şêx Şemsedîn û bapîrkalikên wî wekî Mala Mele Elî herdaîm melatiya gundikê Melî kirine û lewra jî nasnavê wan li vî gundî hatiye kirin û bûye gundikê Melî.
Seyda Şêx Mele Evdirehman tedrîsata xwe ya dînî li Batmanê li cem seyda Şêx Fixredînê Batmanî û li Cizîra Botan li cem Şêx Mihemed Seîd Seyda kir û îcazeya xwe ya dînî ji Şêx Mihemed Seîd Seyda wergirt. Zarokên Şêx Mihemed Seîd Seydayî jî, rehma Xwedê lêbe Şêx Mihemed Nurullah û birayên wî feqeyên Seyda Şêx Mele Evdirehman in.
Dema ko Seyda Şêx Mele Evdirehman li gundikê Melî melatiya resmî ya gundî dikir medreseyek vekir û herdaîm 20-30 feqeyan li ber destê wî dixwend û feqeyên wî jî paşê bûn alimên jêhatî.
Di salên 1990î de dema ko nerihetiyeka mezin li mintiqeyê hebû Seyda Şêx Mele Evdirehman mala xwe bir Batmanê û li wêderê melatî kir û paşê jî mala xwe bir Înegola qezaya Bursayê û herî dawiyê jî berî 7 salan mala xwe bir Diyarbekirê û heta roja wefata xwe li wêderê jiya.
Malmelayên Guhdikê Melî hem mela ne û hem jî şêxên terîqeta neqşibendiyan e. Seyda Şêx Mele Evdirehman xelîfetî ji bavê xwe Şêx Mihemed, wî ji bavê xwe Şêx Şemsedîn, wî ji mamê xwe Şêx Xalid, wî ji Şêx Mistefayê Racî li Hewlêrê, û wî ji Şêxên Tewîle û Şêxên Tewîle jî ji murşidê herî mezin yê terîqeta neqşibendiyan Mewlana Xalidê Şehrizorî wergirt.
Ji ber ko Seyda Şêx Mele Evdirehman ilmê xwe yê dînî li cem Şêx Mihemed Seîd Seyda li Cizîra Botan xwend xelîfetiya terêqeta neşibendiyê ji Şêxên Cizîra Botan jî wergirt ko ew jî xelîfeyên Şêxên Basret in û ew jî xelîfeyên Mewlana Xalidê Şehrizorî ne.
Seyda Şêx Mele Evdirehman di ilm û zanîna xwe ya dînî de naskirî û otorîte bû û lewra li herêma Hacîbeyran û Botan gelek caran nakokiyên malbat û eşîran li ser destê wî û malmezinên Gundikê Melî dihatin aşt kirin û sulha wan çêdibû.
Kitêbxaneyake mezin ya Seyda Şêx Mele Evdirehman ko bi hezaran kitêb tê de hene wekî mîras maye û kurê wî Seyda Şêx Diyauddîn dê rêbaza bavê xwe berdewam bike.
Gundikê Melî cih û warê Seyda Şêx Mele Evdirehman e û wî gelek jê hez dikir. Lewra gotineka wî wekî wesiyet heye û dibêje:
"Gundikê Melî li ber perê beheştê ye,
Min li ber perê beheştê veşêrin.”
Cenazeyê xwedêjêrazî Seyda Şêx Mele Evdirehman dê îro ji Diyarbekirê bibin Gundikê Melî û li goristana Temtemokê veşêrin.