Polîtburoya PDKê bersiva Polîtburoya YNKê da
Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bersiva daxuyaniya Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) da.

Hewlêr (K24) - Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bersiva daxuyaniya Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) da û ragihand ku 16ê Cotmehê encama rêzeke pêşbîniyên xelet û biryarên siyasî bû ji bo destkeftên şexsî û berdewamkirina rêbazên çewt, ku rewatî dida xiyanet û xwefiroşiyê, ji bo meram û destkeftên şexsî.
Polîtburoya PDKê di daxuyaniya xwe de destnîşan kiriye ku rewşa Herêma Kurdistanê di qonaxeke giran û dijwar re derbas dibe û dijwariya vê rewşê beşek jê girêdayî xiyaneta 16ê Cotmehê ye, xiyanetek ku berhema bi dehan salan û xwestek û biryara gelê Kurdistanê belawela kir.
PDK dide zanîn; Polîtburoya YNKê li şûna ku lêborînê ji xelkê Kurdistanê û malbatên serbilind ên şehîdan û bajarê Kerkûkê li hember xiyaneta mezin bixwaze, dest biriye ser tohmetkirina PDKê ji bo veşartina dîroka rûdanan.
Polîtburoya PDKê bersiva wan tohmetan dide û dibêje eger teslîmkirina Kerkûkê beşek ji rêbaza pîroz be, gelo rêbaza we ya nepîroz dê çi be!?..
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku referandum proseyeke demokrasî bû ku gel pesend kiriye, sindoqên dengdanê û tiliyê morkirî yê xelkê Kurdistanê û hawara karnavala asayî ya cemawera Kurdistanê, wesiyeta şehîdan û kîmyabarankirî û enfalkiriyan, tevî dengê xizmên wan, bê tirs û bi eşkere gihande ber guhê hemû mirovahî û cîhanê.
Herwiha hatiye destnîşankirin: “16ê Cotmehê xiyaneteke jibîrnekirî û birîneke kûr a Kurdistanê ye.”