Serkirdeyekî DAIŞê li Kerkûkê hat kuştin

Xwekujekî rêxistina DAIŞê ku serkirdeyê grûpeke rêxistinê bû, li sînorê parêzgeha Kerkûkê ji aliyê Dije-Terora Iraqê ve hat kuştin.

Hewlêr (K24) – Xwekujekî rêxistina DAIŞê ku serkirdeyê grûpeke rêxistinê bû, li sînorê parêzgeha Kerkûkê ji aliyê Dije-Terora Iraqê ve hat kuştin.

Şevê din, 16ê Cotmeha 2020an dezgeha Dije-Terora Iraqê bi rêya Twitterê ragihand: “Hêzeke taybet a dezgeha Dije-Terorê di operasyonekê de serkirdeyeke xwekuj ê DAIŞê kuşt.”

Dije-Terora Iraqê eşkere kiriye: “Ew xwekuj, kembereke bombekirî bi xwe ve girêdabû û di operasyoneke taybet de ku bi rêya helîkoperê ve hate encamdan, (tîma Dije-Terorê) ji helîkopterê daketiye xwarê li geliyê Şay ê parêzgeha Kerkûkê û qehremanên me karîn têkevin tunelê ku wî xwe veşartibû, wî bikujin.”

Di daxuyaniyê de li ser nasnameya xwekuj û herwiha dema encamdana operasyonê zanyarî nehatine belavkirin, lê hatiye eşkerekirin ku serkirdeyê DAIŞê di nav tunelekê de kembereke bombekirî bi xwe girêdaye.

Devera geliyê Şay ku operasyon li wê derê hatiye kirin, dikeve başûrê rojavayê Daqûqê, 40 kîlometre li başûrê bajarê Kerkûkê ye. Her çiqas gelek caran operasyon li wê deverê têne encamdan, lê hê jî hejmarek çekdarên DAIŞê li wê deverê mane.

Fly Erbil Advertisment