Li Iraqê 56 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan
Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê ragihand; li Iraqê di 24 demjimêrên bûrî de ji ber vîrûsa Koronayê 56 kesan canê xwe ji dest dan.
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê ragihand; li Iraqê di 24 demjimêrên bûrî de ji ber vîrûsa Koronayê 56 kesan canê xwe ji dest dan.
Li gor daxuyaniya Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê, di 24 demjimêrên bûrî de li Iraq û Herêma Kurdistanê 56 kesan canê xwe ji dest dane û 3 hezar û 110 kes bi vîrûsa Koronayê ketine.
Amaje bi wê da jî, di 24 demjimêrên bûrî de 3 hezar û 186 nexweşên Koronayê baş bûne.
Wezaretê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; heta niha 426 hezar û 634 kes li Iraqê bi vîrûsa Koronayê ketine û 10 hezar û 254 kesan canê xwe ji dest dane.