Malbatên qurbaniyan ji azadkirina çekdarên DAIŞê dilgiran in

Malbatên qurbaniyên şerê DAIŞê, ji azadkirina çekdarên DAIŞê ji aliyê Rêveberiya Xweser ve, dilgiran in.

 

Navenda Nûçeyan (K24) – Malbatên qurbaniyên şerê DAIŞê, ji azadkirina çekdarên DAIŞê ji aliyê Rêveberiya Xweser ve, dilgiran in. Herwiha daxwazê ji hikûmeta Iraqê û Netewên Yekgirtî dikin, helwesta wan li dijî azadkirina çekdarên DAIŞê hebe.

Di wê derbarê de Berpirsê Nivîsgeha rizgarkirina revandiyên êzidiyan Husên Qaidî ji K24ê re got: Beşek ji çekdarên ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hatine azadkirin, destê wan di eşkencedan û kuştina êzidiyên Şingalê de hebû.

Rêveberiya Xweser li rojavayê Kurdistanê berî 3 rojan 631 endamên DAIŞê ji zîndanên xwe azad kirin. Tê gotin ku beşek ji wan tawan di derheqê xelkê bêguneh de kirine û destê wan bi xwîna kurdên êzidî bûne.