Li Iraqê zêdetirî 4 hezar kes bi koronayê ketin

Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê ragihand; li Iraqê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 63 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê ragihand; li Iraqê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 63 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li gor daxuyaniya Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê, di 24 demjimêrên borî de li Iraq û Herêma Kurdistanê 63 kesan canê xwe ji dest dane û 4 hezar û 44 kes bi vîrûsa koronayê ketine.

Wezaretê di daxuyaniya 19ê Cotmeha 2020an de eşkere kiriye; heta niha 430 hezar û 678 kes li Iraqê bi vîrûsa koronayê ketine.

Herwiha hatiye destnîşankirin; heta niha li seranserê Iraqê 10 hezar û 317 kesan canê xwe ji dest dane.