Washington: Milîsên Îranê, Iraqê ber bi tundrewiyê dibin
Wezareta Derve ya Amerîkayê tawana li navçeya Beled şermezar kir, ku "milîsên ser bi Îranê encam dan".
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Derve ya Amerîkayê tawana li navçeya Beled şermezar kir, ku "milîsên ser bi Îranê encam dan".
Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Morgan Ortagus bi daxuyaniyekê ragihand: “Bûyera tawana li navçeya Beled piştî şewitandina baregeha partiyekê ji aliyê milîsên ser bi Îranê ve hat.”
Morgan Ortagus diyar kir: “Divê Bexda hejmûna xwe bi ser milîsên ser bi Îranê de bisepîne.”
Ortagus tekez kir: “Ew milîs ser bi Îranê ne û Iraqê ber bi tundrewiya mezhebî dibin.”
Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê dibêje: “Çalakiyên kirêt ên milîsên ser bi Îranê, li ser ewlehiya Iraqê gef in.”
Wezareta Derve ya Amerîkayê ji partiyên Iraqî daxwaz kir ku bi berpirsyarî tevbigerin di vê demê de ku Iraq di belavbûna koronayê, qeyrana aborî û gefa berdewam a rêxistina DAIŞê re derbas dibe.