Bexda ji aliyê bûyerên xwekuştinê ve yekemê Iraqê ye
Komîsyona Mafên Mirovan a Iraqê îro duşemê amarên bûyerên xwekuştinê yên li Iraqê belav kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Komîsyona Mafên Mirovan a Iraqê îro duşemê amarên bûyerên xwekuştinê yên li Iraqê belav kir.
Komîsyonê ragihand ku ji destpêka îsal heta niha 301 bûyerên xwekuştinê hatine tomarkirin.
Herwiha eşkere kir ku 68 bûyerên xwekuştinê li Bexdayê qewimîne, ku li gor bajarên din ên Iraqê, hejmara herî bilind e.
Ji wan 301 bûyerên xwekuştinê ku dawî li jiyana xwe anîne, 169 kes zilam û 132 kes jî jin bûne.
Li gor nêrîna komîsyonê, sedemên sereke yên wan bûyerên xwekuştinê; hejarî, bêkarî, bêhêvîbûn, xirabiya rewşa aboriyê, tundiya malbatî, reşbînî û pirsgirêkên derûnî ne.