Jêderekî ewlehiyê çarenûsa çar revandiyên Ferhatiye eşkere kir

Jêderekî ewlehiyê çarenûsa wan çar kesên ku li gundê Ferhatiye yê ser bi navçeya Beled a li başûrê parêzgeha Selahedîn eşkere kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Jêderekî ewlehiyê çarenûsa wan çar kesên ku li gundê Ferhatiye yê ser bi navçeya Beled a li başûrê parêzgeha Selahedînê ligel 8 kesên din hatibûn revandin, eşkere kir.

Jêderê ewlehiyê ragihand: “Di van çend demjimêrên dawî de derket holê û guman nema ew her çar revandî, hatine kuştin.”

Herwiha diyar kir: “Hêzên ewlehiyê dest bi lêgerîna termên wan kesan kiriye.”

Berî niha jêderekî ewlehiyê ragihandibû ku 12 kes li gundê Ferhatiye yê ser bi navçeya Beled hatine revandin û piştî çend demjimêran, kuştina 8 kesên revandî hat ragihandin.

Vê tawanê nerazîbûneke navxweyî û derve li pey xwe anî û bi tundî hat şermezarkirin.

Li Herêma Kurdistanê jî, Serok Mesûd Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi tundî ev tawan şermezar kirin.

Herwiha Amerîka jî ji bilî şermezarkirina vê bûyerê, aliyên li nav Heşda Şe'bî, bi encamdana vê tawanê tohmetbar kir.

Fly Erbil Advertisment