Mike Pompeo: Alîgirên Îranê baregeha PDKê şewitand

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo behsa êrîşa hefteya derbasbûyî kir ku avahiya Liqa 5 a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya li Bexdayê şewitandibûn.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo behsa êrîşa hefteya derbasbûyî ya alîgirên Heşda Şe'bî kir ku avahiya Liqa 5 a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya li Bexdayê şewitandibûn.

Pompeo diyar kir ku divê Hikûmeta Iraqê û Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî wan grûpan kontrol bike, ji ber ku gelê Iraqê êdî kiryarên wan grûpên ku Îran piştevaniya wan dike û dibin sedema têkçûna asayîşa welat, qebûl nake.

Mike Pompeo îro di civîna çapemeniyê de ragihand: “Hefteya derbasbûyî li Iraqê, alîgirên grûpên milîs ên Îranê, baregeha Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya li Bexdayê şewitand. Grûpeke din jî heşt xortên Sunne li parêzgeha Selahedîn kuştin.”

Pompeo destnîşan kir: “Em li civaka navdewletî piştgiriya hewldanên Serokwezîr Mistefa Kazimî û Hikûmeta Iraqê dikin, ku ew grûpên Îran piştgiriya wan dike, kontrol bike, ku ew grûp bûne sedema lawazbûna seqamgîrî û asayîş û serweriya Iraqê. Gelê Iraqê wan kiryaran qebûl nake.”

Fly Erbil Advertisment