Xwendekara êzidî di nav şertên kempê de serkeftineke mezin pêk anî

Hîba li Kempa Qadiya a Duhokê dijî û beşdarî ezmûnên bo zanistgehê bû.

Navenda Nûçeyan (K24) - Xwendekara kurd a êzidî Hîba Qasim di nav şertên koçberiyê de Iraqê bû yekemîn.

Hîba li Kempa Qadiya a Duhokê dijî û beşdarî ezmûnên bo zanistgehê bû. Di nav hemû xwendekaran dibe yek ji xwendekarên yekemîn. Ji 100 pûnan 99,8 wergirtin.

Hîba ji bo Ajansa AFP'yê dibêje,"Ev sal ji bo me gelek zor û dijwar bû. Jiyana di kempan de gelek zor. Taybet ji bo xwendekarên refa 6'an (Dibistana Navîn). Lewra ji xwendekaran re bêdengî lazim e."

 

Wêne: Hîba, li gel hevalên xwe ye / Kempa Qadiya / Duhok.
Wêne: Hîba, li gel hevalên xwe ye / Kempa Qadiya / Duhok.

Hîba derheqê piştevaniya malbata xwe de dibêje, "Ev sal ji min re dijwar bû. Malbata min taybet dayik û bavê min piştevanê min bûn. Min kariya bi piştgiriya wan notên ku ez dixwazim werbigrim.

Wan her gav hêz û şiyan didan min. Wan ji min re digot ku ez dikarim ser bikevim."

Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Duhokê ji bo keçên koçber dibistaneke taybet vekiriye.

Hîba behsa çûna vê dibistanê dike: "Ya rast li kempê mamostayên me kêm in. Lewra bavê min tirimpêlek bi kirê girt. Her roj diçûm dibistana Duhokê ya ji bo keçên Koçber hatiye vekirin. Min li wir xwe ji bo azmûnên zankoyê amade dikir."

Her wiha Hîba amaje pê kir ku xwe ji telefon û medyay sosyal dûr xist. Da ku baştir bala xwe bide ser dersên xwe.

Bavê Hîbayê Qasim Hesen jî wiha dibêje, "Rewşa kampê ne baş e. Pir caran elektrîk û av nînin . Pir qelebalix e. Kon û xanî hema hema tevlihev bûne. Wê (Hîba) odeyeke taybet an jî mamostayeke taybet nebû."

Fly Erbil Advertisment