DAIŞê êrîşî gundekî Celewla kir
Çavkaniyeke xwecihî li sînorê parêzgeha Diyale ragihand; îro pêncşemê 22ê Cotmeha 2020an, çekdarên DAIŞê êrîşî gundekî bakurê Celewla kirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Çavkaniyeke xwecihî li sînorê parêzgeha Diyale ragihand; îro pêncşemê 22ê Cotmeha 2020an, çekdarên DAIŞê êrîşî gundekî bakurê Celewla kirin.
Li gor zanyariyên wê çavkaniyê, ku ji malperên Iraqî re axiviye, DAIŞê êrîşî gundê "Um Hinte" kiriye, ku 15 kîlometre li dûrî bakurê Celewla ye.
Di wê êrîşê de çekdarên DAIŞê çekên sivik û navîn bi kar anîne û herwiha çend guleyên hawanê jî ber bi gund avêtine.
Çalakvanên wî gundî li ser medyaya civakî behsa wê yekê dikin ku xelkê deverê û xwebexşên gund, bersiv dane êrîşa DAIŞê.