Parlementoya Iraqê li ser jenosayda Êzidiyan civîna yekem pêk tîne
Parlementoya Iraqê di civîna îro de projeyasaya jenosayda Êzidiyan û çend mijarên din gotûbêj dike.

Hewlêr (K24) – Parlementoya Iraqê di civîna îro de projeyasaya jenosayda Êzidiyan û çend mijarên din gotûbêj dike.
Li gor bernameya karên desteya Serokatiya Parlementoya Iraqê, îro di demjimêr 12:00ê de civîna Parlementoya Iraqê dest pê dike û civîn ji 14 mijaran pêk tê û çend projeyasa dê werin gotûbêjkirin.
Di mijara 13em a civîna îro de, Parlementoya Iraqê komkujiya ku DAIŞê bi ser Kurdên Êzidî de aniye, dê gotûbêj bike.
Berî niha hatibû eşkerekirin ku di civîna îro de Parlemeto mijara bazneyên hilbijartinê di projeyasaya hilbijartinên Iraqê de dê yekalî bike, lê ev mijar di nav bernameya kar de tine ye.