Li rojhilatê Kurdistanê di mehekê de 12 kesan xwe kuştine
Li rojhilatê Kurdistanê di nav mehekê de herî kêm 12 kesan xwe kuştine.

Navenda Nûçeyan (K24) - Li rojhilatê Kurdistanê di nav mehekê de herî kêm 12 kesan xwe kuştine.
Malpera mafên mirovan a Hengaw ragihandiye; di nav mehekê de li rojhilatê Kurdistanê 12 kesan xwe kuştine ku ji wan 6 jin û 6 jî zilam in.
Li gor raporta Hengawê, temenê 5 kes ji wan kesên ku xwe kuştine, kêmtirî 18 salan e. 4 ji wan keç û yek jî kur e.
Herwiha li gor agahiyan, sedema piraniya wan xwekuştinan, arîşeyên nav malbatê bûne.
Li gor raporta Hengawê; li Îlamê 3 kesan xwe kuştine ku ji wan 2 jin û zilamek, li Kirmaşanê zilamek, li Sine 5 kes ku ji wan 2 jin û 3 zilam in û li Urmiyê jî 3 kesan ku 2 jin û zilamek e, xwe kuştine.
10 kes ji wan kesan xwe xeniqandine, kesekî bi xwarina derman xwe kuştiye û yekê jî xwe li ser ban avêtiye xwarê û xwe kuştiye.