Parlemana Iraqê projeyasaya komkujiya êzidiyan gotûbêj dike

Encûmena Nûneran a Iraqê îro xwendina yekem a projeyasaya nasandina komkujiya êzidiyan ji aliyê DAIŞê ve kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Nûneran a Iraqê îro xwendina yekem a projeyasaya nasandina komkujiya êzidiyan ji aliyê DAIŞê ve kir.

Jêderekî ji Encûmena Nûneran a Iraqê ragihand, Encûmena Nûneran xwendina yekem a projeyasaya jenosaydnasandina komkujiya êzidan kir.

Ew proje bi hevbeşî ji aliyê Komîteyên yasayî, karbarên civakî û koçberan a Encûmena Nûneran ve hatibû pêşniyazkirin.

Di dema dagirkirina navçeya Şingalê di Havîna sala 2014an de, rêxistina DAIŞê nêzîkî 6 hezar zarok, jin û keçên Êzidî revandin. Herwiha hejmareke mezin ji zilamên Êzidî hatin kuştin û desteserkirin. Ev ji bilî awarebûna bi sed hezaran kesên Êzidî û dagirkirina mal û milkên wan.

Li ser hejmara wan kesên ku heta niha çarenivîsa wan ne diyar e, Ofîsa Rizgarkirina Revandiyên Êzidiyan eşkere kir; 2880 kes in û ji wan 1304 jin û 1578 kes mêr in.