Bakur! Partiyên Kurdistanî hewla xûrtkirina yekitiyê didin!
Piştî civîna bi tifaqa partiyên Kurdistanî re, Serokê Partî Demokratî Kurdistan a Tirkiye PDK-T Mehemet Emîn Kardaş û Hevserokê HDP'ê Mîthat Sancar...
Diyarbekir (K24) - Piştî civîna bi tifaqa partiyên Kurdistanî re, Serokê Partî Demokratî Kurdistan a Tirkiye (PDK-T) Mehmet Emîn Kardaş û Hevserokê HDP'ê Mîthat Sancar balê kişand ku ev civîn, hewldaneke ji bo ew tifaqa ku di serdema hilbijartinan de dest pê kiribû, mayînde û berfirehtir bikin. Bal jî hat kişandin ku bi ser Kurdan û destkeftin û mafên wan de êriş tên kirin û loma jî yekhelwestiya partiyên kurd jî buye berpirsyarî.
Serokê Partiya Azadî û Însanî Mehmet Kamaç jî civîna partiyên tifaqa Kurdistanî ji bo Kurdistan24 nirxand û da zanîn ku dê ji bo partiyên din jî daxilî tifaqê bibin hewldanên xwe berdewam bikin.
Kamaş dibêje:
"Eviya destpêka duyemîn e. Em dikarin bibêjin ku ev hewldana duyemîn e ji bo berdewamiya xebatên me. Jixwe me berê ji bo xwe neqşerêyekî danîbû û komisyonên berpirsê wê palnsaziyê hatibûn destnîşan kirin û bi vî awayî jî careke din îradeya ji bo berdewamiya xebatên yekîtiya neteweyî berdewam bikin, di vê civînê de derkete holê. Bi wê yekîtiyê jî li hember êrişên ku li ser destkeftiyên Kurdan tên kirin, ne wek partî wek milet em helwesteke hevbeş deynin."
Piştî civîna partiyên Kurdistanê Şanda HDP'ê li Sûr a navçeya Diyarbekirê serdana dikandaran kirin û li gel rakêşiyên di navbera şandê û polêsan de ew serdan bi dawî hat.
Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (DBP)'ê Salîha Aydenîz jî, piştî serdana dikandaran ji bo Kurdistan24'ê ragihand ku êrişên bê navber bi ser partî, rêxistin û destkeftiyên Kurdan tên kirin û divê Kurd jî nakokiyên navbera xwe bidin aliyekî û yekîtiya xwe pêk bînin.
Aydeniz dibêje:
"Li hemberî van êriş, buyer û kirkirinan yekîtiya neteweyî ya Kurd pêwistiya serekî ye. Loma jî hem li bakûrê Kurdistanê, hem jî li her çar aliye Kurdistanê hewldanekî me heye ku em yekîtiya neteweyî ya gele Kurd ava bikin."
Partiyên tifaqê piştgiriya xwe ji bo li hev kirin û pêkanîna yekîtiya xwe ya partî û rêxistinên li rojavayê Kurdistanê jî ragihandin û daxwaz kirin ku nakokiyên xwe çareser bikin û wê hevkarî û yekîtiyê bila biparêzin.