ENKS: Em ne li dijî perwerdehiya bi zimanê kurdî ne

Qonaxa sêyemîn ji diyaloga kurdî berdewam e û mijara xwendinê yek ji wan mijaran e ku tê de tê gengeşekirin û gelek cudahî di nerînên her du aliyan derbarê vê mijarê de hene.

Qamişlo (K24) – Qonaxa sêyemîn a diyaloga kurdî berdewam e û mijara perwerdehiyê yek ji wan mijaran e ku tê de tê gengeşekirin û gelek cudahî di nerînên her du aliyan de li ser hene. Berdevka PYDê dibêje nabe ku danûstandin li ser guhertina xwendina bi zimanê kurdî bibe. Ji aliyê xwe ve ENKSê tekez dike ku ew ne li dijî xwendina bi zimanê kurdî ne, lê divê guhertin di minhacê de çêbibe. 

Sîstema xwendinê û zimanê fêrkirinê di dibistanan de, yek ji mijarên giring ên di qonaxa sêyemîn a danûstandinên ENKSe û PYNKê de ye û ta niha lihevkirin li ser nebûye. Berdevka Partiya Yekîtiya Demkratîk (PYD) Sema Begdaş dibeje xwendina bi zimanê dayikê ji mafê gelê kurd e û divê ew kar bikin ta ku danpêdanek bi minhacê Rêveberiya Xweser bê kirin û nabe destkeftiya xwendina bi zimanê kurdî têk biçe.

Ji aliye xwe ve, Encûmena Nistimanî ya Kurd li Sûriye tekez dike ku ew ne li dijî xwendina bi zimanê kurdî ne, le divê guhertin di sîstema xwendinê û minhacê heye de çêbibe.

Berpirsê Têkiliyan di Yekîtiya Xwendevan û Ciwanan de Şivan Ibrahîm dide zanîn ku ji mafê malbat û xwendekaran e minhacê xwendinê hilbijêrin yan minhacê hikumetê yan yê Rêveberiyê bixwinin. Herwiha dibejê divê hin guhertin di minhacê Rêveberiyê de çêbibe û danpêdan pê were kirin.

Di sala 2015an de, Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser minhacê xwe derbasî dibistanên devere kiriye û minhacê hikûmete bi tenê li çargoşeya ewlehiyê ya li bajarê Qamislo û Hesekê tê xwendin.

Sagirtên ku ji dibistanên Rêveberiyê derçûne nikarin li zanîngehên Sûriye û ne jî li derevî welat xwendina xwe temam bikin û ev yek cihê nerazîbûna xwendekar û malbatan e.

Zedeyî 7 mehan li ser diyaloga kurdî derbas bûye, hîn jî pirsgirêka xwendin û perwerdehiyê careser nebûye, lê her du aliyên besdar di danûstandinan de tekez dikin ku ewê pêseroja xwendekaran misoger bikin.

 

Fly Erbil Advertisment