Yekîtiya Ewropayê: Bi boykotkirina Fransayê, Tirkiye ji Yekîtiyê dûr dikeve
Komîsyona Yekîtiya Ewropayê ragihand; her ku diçe Tirkiye bêtir ji Yekîtiya Ewropayê dûr dikeve.

Navenda Nûçeyan (K24) – Komîsyona Yekîtiya Ewropayê ragihand; her ku diçe Tirkiye bêtir ji Yekîtiya Ewropayê dûr dikeve.
Li hember daxuyaniyên Serokê Fransayê Emmanuel Macron ên li dijî Îslamê, li Tirkiyê helmeteke boykotkirina kelûpelên Fransayê dest pê kir.
Berdevkê Saziya Cîbicîkar a Komîsyona Yekîtiya Ewropayê ragihand: “Helmeta boykota kelûpelên Fransayê ku li Tirkiyê hatiye destpêkirin, li ser dûrketina Enqerê ji Yekîtiya Ewropayê, dê bi bandor bibe.”
Herwiha diyar kir: “Li ser Tirkiyê pêwîst e ku rêz li pabendiyên rêkeftinên îmzekirî yên ligel Yekîtiya Ewropayê bigre û divê rê bide danûstandina azadane ya kelûpelên Ewropî.”
Weke din eşkere kir: “Bangewaziya boykotkirina kelûpelên welatekî endamê Yekîtiya Ewropayê, li dijî giyana wê rêkeftinê ye ku Tirkiye îmze kiriye.”
Di vê çarçoveyê de Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Ursula von der Leyen ragihand; rêkarên neyênî li dijî Tirkiyê dê bigrin ber xwe, eger Tirkiye pabendî wê karnameya erênî nebe, ku rê dide wê dest bi danûstandina ligel Yekîtiya Ewropayê bike.