Li Iraqê amarên herî dawî yên koronayê
Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê ragihand; li Iraqê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 46 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê ragihand; li Iraqê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 46 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li gor daxuyaniya Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê, di 24 demjimêrên borî de li Iraq û Herêma Kurdistanê 46 kesan canê xwe ji dest dane û 4 hezar û 43 kes bi vîrûsa koronayê ketine.
Wezaretê di daxuyaniya 28ê Cotmeha 2020an de eşkere kiriye; heta niha 463 hezar û 951 kes li Iraqê bi vîrûsa koronayê ketine.
Herwiha hatiye destnîşankirin; heta niha li seranserê Iraqê 10 hezar û 770 kesan canê xwe ji dest dane.