Twitterê nêrînên Mahathir Muhammed ên li ser Fransayê jê birin

Serokwezîrê berê yê Malezyayê Mahathir Muhammed ragihand; mafê misilmanan heye ku Fransayê ceza bikin.

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokwezîrê berê yê Malezyayê Mahathir Muhammed ragihand; mafê misilmanan heye ku Fransayê ceza bikin.

Mahathir Muhammed bi rêya hesabê xwe yê Twitterê çend tweet belav kirin û ragihand ku kuştina mamosteyekî ji aliyê xortekî Çeçenistanî ve, li pey wê yekê hatiye ku mamoste karîkaturên kovara Charli Hebdo nimayîş kirine.

Mahathir Muhammed diyar kiriye: “Kuştina mamoste, ne karekî wisa ye ku misilman qebûl bikin. Ez ne di wê baweriyê de me ku sivikatîkirina li kesên din, bibe azadiya fikr û ramanan.”

Serokwezîrê berê yê Malezyayê destnîşan kir: "Serokê Fransayê Emmanuel Macron kesekî hevdem nîne. Li hember kuştina mamoste, dema gilî û gazinan ji Îslam û misilmanan dike, gelek gelek seretayî ye. Fransiyan bi dirêjahiya dîrokê bi milyonan kes kuştine, ku piraniya wan misilman bûn.”

Mahathir Muhammed di tweeteke din de diyar dike: “Eger hûn berpirsyariya reftara kesekî hêrsbûyî bixin stûyê hemû misilmanan û ola Îslamê, mafê misilmanan jî heye ku ceza bidin Fransayê. Tenê boykot jî nikare hemû wan xeletiyan qerebû bike, ku bi dirêjahiya van salan, Fransayê li hember misilmanan kirine.

Piştî belavkirina nêrîn û ramanên xwe û nîşandana nêrîna xwe li hember bûyerên Fransayê, Twitterê gotinên Serokwezîrê berê yê Malezyayê Mahathir Muhammed jê birin û hinceta vê yekê jî weke binpêkirina rêkarên Twitterê û handana tundiyê diyar kiriye.

Fly Erbil Advertisment