Mesrûr Barzanî, pêşwazî li biryara Parlementoya Almanya kir
Serokê Hikûmeta herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, pêşwazî li biryara Parlemana Almanya ji bo dirêjkirina man a Hêzên Almanya di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî de li îraqê dike.
-2.jpg)
K24 - Hewlêr
Mesrûr Barzanî pêşwaziyê li dirêjkirina man a Hêzên Almanya li îraqê dike û radighîne, rolek bibandor ya Almanya di şerê dijî DAIŞê û piştevaniya Pêşmerge de hebû.
Serokê Hikûmeta herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di twittekê de, pêşwazî li biryara Parlemana Almanya ji bo dirêjkirina man a Hêzên Almanya di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî de li îraqê dike.
Mesrûr Barzanî nivîsandiye, Ew pêşwaziyê li biryara Parlemana Almanya, bo dirêjkirina man a Hêzên Almanya li Iraqê heta meha Çile ya sala 2022an dike.
Herweha Mesrûr Barzanî diyar dike, rolek bibandor a Almanya di şerê li dijî DAIŞê de û piştevanîkirin û meşqkirina bi Hêzên Pêşmerge hebû.