Nêçîrvan Barzanî: Dûrketina Necmedîn Kerîm ji Kerkûkê bandoreke mezin li ser wî kir

Serokê Herêma kurdistanê serexweşiyê li malbata Parêzgarê Kerkûkê, xelkê bajêrê wî û gelê kurdistanê dike û dibêje: “Dilsoziya Dr. Necmedîn Kerîm di bîra xelkê Kurdistanê zindî dimîne û dûrketina wî ji Kerkûkê, bandoreke mezin li ser wî dirust kiribû.”

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî serexweşiyê li malbata Parêzgarê Kerkûkê, xelkê bajêrê wî û gelê kurdistanê dike û dibêje: “Dilsoziya Dr. Necmedîn Kerîm di bîra xelkê Kurdistanê zindî dimîne û dûrketina wî ji Kerkûkê, bandoreke mezin li ser wî dirust kiribû.”

Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm ji ber celteya mejî îro 31.10.2020 li Amerîka  di temenê 71 saliyê de koça dawiyê kiribû.

Peyama Serokê Herêma Kurdistanê:

Koça dawî ya Dr. Necmedîn Kerîm ji bo me û ji bo gelê kurd, nûçeyeke xemgîn e. Ez serxweşîyên xwe yên kûr pêşkêşî hevjîn, zarokên wî, xizmên wî, xelkê Kerkûkê û gelê Kurdistanê dikim.

Dr. Necmedîn Kerîm ciwaniya xwe diyarî şoreşa Kurdistanê kir û weke bijîşkekî jêhatî û Pêşmergeyekî beşdarî Şoreşa Îlonê û destpêkirina Şoreşa Gulan bû. Di dema nexweşiya Barzaniyê Nemir de, bi dilsozî xizmeta wî kir. Li Amerîka wek bijîşkekî şareza kar kir, bêyî ku ji xebata siyasî û dîplomasî dûr bikeve.

girêdan û pabendbûneke wî yê bêsînor bi bajarê xwe re hebû. Piştî ku wek parêzgar dest bi kar kir, kar û xizmetkariyên girîng ji Kerkûkê re pêşkêş kirin. Derketina wî ya neasayî ji Kerkûkê û di rewşên aloz ên bi serê parêzgehê de hatine, bandorek mezin li wî kir.

Dr. Necmedîn Kerîm dilsozê Kurdistan û miletê xwe bû û ji ber vê yekê jî pêwendiyên wî bi gel, hêz û aliyên Kurdistanî re gelek berfireh bû û bi taybetî bi Serok Barzanî û Mam Celal ê rehmetî re. Di encama wan pêwendiyên berfireh de, hertim amade bû ku erkên diketin ser milê wî pêk bîne.

Xebat û dilsoziya Dr. Necmedîn Kerîm dê di hişê me, hemû dost, nas û gelê Kurdistanê de zindî bimîne.