Li Iraqê 48 kesên din bi Koronayê cane xwe ji dest dan
Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê ragihand; li Iraqê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 48 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê ragihand; li Iraqê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 48 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li gor daxuyaniya Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê, di 24 demjimêrên borî de li Iraq û Herêma Kurdistanê 46 kesan canê xwe ji dest dane û 1 hezar û 997 kes bi vîrûsa koronayê ketine.
Wezaretê di daxuyaniya 31ê Cotmeha 2020an de eşkere kiriye; heta niha 472 hezar û 630 kes li Iraqê bi vîrûsa koronayê ketine. Herwiha heta niha li seranserê Iraqê 10 hezar û 910 kesan canê xwe ji dest dane.
Wezareta Tendirustiyê diyar kir, bi rêjeya ji sedî 84.6 a pêketiyan baş bûne û 62 hezar û 65 kesan li nexweşxaneyan di bin çavdêriya bijîşkî de ne. Rewşa 452 kesan jî ne cîgir e.