"Teqandina boriya petrolê rojane 10 milyon dolar zirar digihîne"
Hefteya derbasbûyî, boriya veguhestina petrola Herêma Kurdistanê ji aliyê çekdarên PKKê hat armanckirin.

Hewlêr (K24) – Lijneya Darayî û Karûbarên Aborî ya Parlementoya Kurdistanê ragihand; teqandina boriya petrolê ya Herêma Kurdistanê li sînorê Tirkiyê, rojane 10 milyon dolar zirar digihîne Herêma Kurdistanê.
Hefteya derbasbûyî, boriya veguhestina petrola Herêma Kurdistanê ji aliyê çekdarên PKKê hat armanckirin, ji ber wê yekê proseya şandina petrolê rawestiya. Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî ragihand ku ev karekî terorî ye û rewşê aloztir dike.
Çavdêr diyar dikin ku Tirkiye tenê kirêya derbasbûna petrola Herêma Kurdistanê werdigre, ku rêjeyeke gelek kêm a dahata wî welatî ye, lê ji bo Herêma Kurdistanê dahata petrolê, dahateke sereke ye û ji ber vî kiryarê PKKê heta borî werin tamîrkirin, Herêma Kurdistanê dê ji wê dahatê bêpar bimîne.
Li gor daxuyaniya Parlementoya Kurdistanê, endamên Lijneya Darayî û Karûbarên Aborî eşkere kirine ku teqandina boriyê zirareke mezin gihande aboriya Herêmê û li gor zanyariyan "vê bûyerê rojane nêzîkî 10 milyon dolar zirar gihandiye Herêma Kurdistanê".
Bi giştî teqandina boriya petrola Kurdistanê bertekeke tund a navxweyî li pey xwe anî û li gor nêrîna welatiyan, ev kiryarê PKKê li dijî xelkê Kurdistanê ye û rasterast destbirina ser qût û jiyana xelkê ye.