Xelkê Endonezyayê: Balyozê Fransayê ji welatê me derkeve

Îro bi deh hezaran welatiyên Endonezyayê li ber Balyozxaneya Fransayê ya li Cakartayê li dijî siyaseta Serokê Fransayê Emmanuel Macron xwepêşandan kirin.

Hewlêr (K24) – Îro bi deh hezaran welatiyên Endonezyayê li ber Balyozxaneya Fransayê ya li Cakartayê li dijî siyaseta Serokê Fransayê Emmanuel Macron xwepêşandan kirin û ji Balyozê Fransayê xwestin ku ji Endonezyayê derkeve.

Xelkê Endonezyayê li ber Balyozxaneya Fransayê çendîn pankart bilind kirin ku li ser wan wêneyên Emmanuel Macron hebûn û li ser wan "Şeytan" û "terorîstê rasteqîn" hatine nivîsandin.

Welatiyên ku xwepêşandan dikirin, ji hikûmeta welatê xwe daxwaz kirin ku demildest Balyozê Fransayê derbixe û kelûpelên Fransayê werin boykotkirin.

Berî niha, Serokê Endonezyayê Joko Widodo daxuyaniyên Emmanuel Macron şermezar kiribû û ragihandibû ku "ew daxuyanî sivikatîkirina li Îslamê ye û zirarê dide yekrêziya misilmanan".

Piştî xwepêşandanê, îro duşemê Wezareta Derve ya Endonezyayê bangî Balyozê Fransayê kir, da ku ligel wî, vê mijarê gotûbêj bike.

Piştî ku Serokê Fransayê ragihand "Îslam di qeyranê de ye" û rexne li "îslamiyên radîkal" girt û got ku belavkirina karîkaturên li dijî Hezretî Mihemed, azadiya derbirîna ramanan e, li gelek welatên misilmanan, kelûpelên Fransayê hatin boykotkirin û li dijî Emmanuel Macron xwepêşandan hatin kirin.

Fly Erbil Advertisment