Epozdemîr: Divê rêz li yasayên Herêma Kurdistanê were girtin

Serokê Giştî yê HAK-PARê Latîf Epozdemîr li ser destêwerdanên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) yên li Herêma Kurdistanê ji Kurdistan24ê re axivî.

Hewlêr (K24) - Serokê Giştî yê HAK-PARê Latîf Epozdemîr li ser destêwerdanên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) yên li Herêma Kurdistanê ragihand: “Herêma Kurdistanê dewleteke xwedî parlemento ye, xwedî destûrekê ye û her kesê ku li wir bijî, lazim e rîayetî wan yasayan bibe.”

Latîf Epozdemîr beşdarî bultena nûçeyan a Kurdistan24ê bû û li ser mijara destêwerdanên PKKê yên li Herêma Kurdistanê bersiv da pirsên Cemal Batun.

Serokê Giştî yê HAK-PARê Latîf Epozdemîr diyar kir: “Mebesta PKKê pêşîlêgirtina doza azadiya Kurdistanê ye. Sebeba damezrandina PKKê, her pêşîlêgirtina mesela Kurd e û terorîzekirina tevgera Kurd û Kurdistanê ye.”

Epozdemîr destnîşan kir ku pirsa Kurd di rojeva cîhanê de ye û got: “Rast e niha Kurd û mesela Kurdistanê di rojeva dinyayê de ye û mimkun e ku di vê serdema nû de mesela Kurd were çareserkirin jî, yanî ew were rojevê û li ser were gengeşekirin. Tam di vê demê de çalakiyên PKKê, ev xirabkariyên PKKê, helbet yek armancek, yek mebesteke wê heye; pêşîlêgirtina doza Kurdî ye.”

Serkirdetiya siyasî ya Herêma Kurdistanê gelek caran daxwaz ji PKKê kiriye ku bi rêya diyalogê kêşe werin çareserkirin. Herwiha îro jî Serok Barzanî peyamek ji bo raya giştî ya Kurdistanê belav kir.

Latîf Epozdemîr bal kişande ser peyama Serok Barzanî û got: “Herêma Kurdistanê dewleteke xwedî parlemento ye, xwedî destûrekê ye û her kesê ku li wir bijî, lazim e rîayetî wan yasayan bibe, her weke li welatê Ewropayê tu mecbûr î rîayetî wan yasayan bibî, eger li Kurdistanê bibî jî, mecbûr î rîayetî wan qanûnan bibî, ew kesê ku rîayetî yasayên Herêma Kurdistanê neke, lazim e were dervekirin, ev li hemû cihên dinyayê wiha ye.”