Elî Husên: Peyama Serok Barzanî bo wijdana dîroka miletê me ye
Endamê Serkirdetiya PDKê Elî Husên li ser wê peyamê diyar kir: “Peyama Serok gelek zelal û belgedar û rastî ye, bo wijdana dîroka miletê me ye."

Hewlêr (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro peyamek arasteyî raya giştî ya Kurdistanê kir. Endamê Serkirdetiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Elî Husên li ser wê peyamê diyar kir: “Peyama Serok gelek zelal û belgedar û rastî ye, bo wijdana dîroka miletê me ye. Di her egereke nexwestî de PKK berpirsyarê yekem e.”
Serok Barzanî di peyama xwe de ragihandibû: “Dîrok şahidiyê ji me re dike û em serbilind in ku me şerê kurd û kurdan heram kiriye, ji ber ku gelê kurd û hemû aliyên me gelek zirar ji şer û netebayiyê dîtine. Lê nabe ev helwesta me bi şaşî bê têgihîştin û bê îstixlalkirin ji bo rûbirûyî desthilata qanûnî ya Herêma Kurdistanê bibin û hewla ferzkirina vîneke çekdarî ya neqanûnî li ser gelê Kurdistanê bê kirin. Nabe helwesta heramkirina şerê kurd û kurd jê derkeve ku aramî û ewlehiya bajar, bajarok û gundan bê têkbirin û welatiyên me neçar bikin ku malên xwe bihêlin, bibin qurbanî, bi neheqî şehîd bibin û kes dengê xwe dernexe.”
Herwiha di peyamê de hatibû diyarkirin: “Piştî êrîşên hovane yên terorîstên DAIŞê, Pêşmergeyên qehreman ên Kurdistanê berê xwe dan şerê li dijî terorîstan û li gelek navçeyên sînorî hatin valakirin. Mixabin li şûna ku piştgîrîkirina ezmûna Herêma Kurdistanê bikin, çekdarên PKKê ev navçeyên sînorî dagîr kirine û pişt re hin navçeyên din jî dagîr kirine û xwe wek şûna hikûmetê ferz kirine û rê li ber avedankirina mal û gundan digirin û eger serdana navçeyên xwe bikin jî, bacan jê werdigirin. Bê guman, ev tevger ne cihê qebûlkirinê ne. Helwesta welatparêz û welatperwer bi kirdarî xuya dike, ne ku bi axaftinê.”
Endamê Serkirdetiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Elî Husên beşdarî "Jûra Nûçeyên Kurdistan24" bû û pesnê peyama Serok Barzanî da û got: “Ev peyam di asta berpirsyariya dîrokî û dîroka Cenabê Serok de ye.”
Elî Husên destnîşan kir: “Rast e, soza me heye û me rêz li aliyên siyasî yên parçeyên din ên Kurdistanê girtiye, lê siyaseta me destwerdana di karûbarên wan de nebû û her dem em di wê baweriyê de bûn ku aliyên wan parçeyan, divê bi xwe bi liberçavgirtina taybetmendiyên wan welatên tê de ne û rewşa xwe, biryar bidin.”
Husên amaje bi wê yekê kir ku ji destpêka damezrandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ve, PDKê alîkarî kiriye û piştre wan bi awayekî necamêrî bersiva başiya PDKê dane.
Elî Husên destnîşan kir: “Herêma Kurdistanê herêmeke destûrî ye. Em di çarçoveya Iraqê de ne. Nabe PKK, mameleya me ya nerm û heramkirina şerê Kurdkujiyê bi kar bîne, çimkî destêwerdana wan, destwerdana di karûbarên herêmeke destûrî û welatekî xwedî serwerî de ye.”
Husên diyar kir: “Qada rasteqîn a şerê PKKê, bakurê Kurdistanê ye. Ewan qada xwe ya rasteqîn bi cî hiştine.”
Endamê Serkirdetiya PDKê Elî Husên bal kişande ser wê yekê ku PKK niha ne tenê li deverên sînorî ye, di heman demê de hatiye kûrahiya axa Herêma Kurdistanê û got: “PKK bi çi mebestê hatiye kûrahiya axa Herêma Kurdistanê, ji Qeredaxê heta Zaxoyê binkeyên xwe vekirine, destwerdanê dikin û bi çendîn tiştên nedirust ve mijûl in.”