Macron: Ewropa xemgîn e, "terora îslamî" bi tundî li yekekî me da
Serokê Fransayê Emmanuel Macron di tweeteke xwe de ragihand: “Ewropa xemgîn e, terora îslamî bi tundî li yekekî me da.”

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Fransayê Emmanuel Macron di tweeteke xwe de ragihand: “Ewropa xemgîn e, terora îslamî bi tundî li yekekî me da.”
Îro sêşemê 3yê Mijdara 2020an, Serokê Fransayê li ser hesabê xwe yê Twitterê derbarê bûyera Awusturayê (Nemsa) de peyamek belav kir.
Emmanuel Macron di peyama xwe de got: “Fransa li cem Awusturyayê ye û piştevanî û alîkariyê dike.”
Macron herwiha dibêje: “Em qurbanî û malbatên wan bi bîr tînin, Fransa piştevana Awusturyayê ye û amade ye hemû alîkariyan pêşkêş bike.”
Şevê din li navenda Viyena ya paytexta Awusturyayê, bi ser perestgeheke sereke ya cihûyan êrîş hat kirin û di êrîşê de 5 kes hatin kuştin.
Wezîrê Navxwe yê Awusturyayê piştî êrîşê got; "terorîstekî îslamî" ji wê êrîşê berpirs e.