Li Herêma Kurdistanê hejmara pêketiyan 80 hezar kesî derbas kir
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 962 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine.
Hewlêr (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 962 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 28 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.
Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 962 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku jê 392 kes li Hewlêrê, 197 kes li Silêmaniyê, 58 kes li Germiyanê, 16 kes li Raperînê, 283 kes li Duhokê û 16 kes li Helebceyê ne.
Herwiha ragihand; 28 kesan ji ber vîrûsa koronayê canê xwe ji dest dane, ji wan 5 kes li Hewlêrê, 7 kes li Silêmaniyê, 1 kes li Germiyanê, 2 kes li Raperînê, 9 kes li Duhokê û 4 kes li Helebceyê.
Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 404 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku jê 115 kes li Hewlêrê, 19 kes li Silêmaniyê, 39 kes li Germiyanê, 4 kes li Raperînê, 205 kes li Duhokê û 22 kes li Helebceyê ne.
Amarên giştî:
Pêketin: 80413
Mirin: 2560
Başbûn:50697
Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.