Li Iraqê amarên herî dawî yên koronayê

Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê ragihand; li Iraqê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 60 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê ragihand; li Iraqê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 60 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li gor daxuyaniya Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê, di 24 demjimêrên borî de li Iraq û Herêma Kurdistanê 60 kesan canê xwe ji dest dane û 3 hezar û 574 kes bi vîrûsa koronayê ketine.

Herwiha eşkere kir ku 8 hezar û 479 kes baş bûne.

Wezaretê di daxuyaniya 4ê Mijdara 2020an de eşkere kiriye; heta niha 485 hezar û 870 kes li Iraqê bi vîrûsa koronayê ketine.

Herwiha hatiye destnîşankirin; heta niha li seranserê Iraqê 11 hezar û 128 kesan canê xwe ji dest dane.