Li Iraqê 3 hezar û 701 kesên din bi koronayê ketin

Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê ragihand; li Iraqê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 47 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê ragihand; li Iraqê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 47 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li gor daxuyaniya Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê, di 24 demjimêrên borî de li Iraq û Herêma Kurdistanê 47 kesan canê xwe ji dest dane û 3 hezar û 701 kes bi vîrûsa koronayê ketine.

Herwiha eşkere kir ku 2 hezar û 971 kes baş bûne.

Wezaretê di daxuyaniya 5ê Mijdara 2020an de eşkere kiriye; heta niha 489 hezar û 571 kes li Iraqê bi vîrûsa koronayê ketine.

Herwiha hatiye destnîşankirin; heta niha li seranserê Iraqê 11 hezar û 175 kesan canê xwe ji dest dane.