Silêman Oso: Karê ku PKKê kir, cihê şermezariyê ye

Endamê Desteya Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) Silêman Oso li ser destwerdanên PKKê yên li Herêma Kurdistanê axivî.

 

Hewlêr (K24) - Endamê Desteya Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) Silêman Oso li ser destwerdanên PKKê yên li Herêma Kurdistanê diyar kir: “Ev karê ku PKKê kir bi kuştina pêşmergeyekî û gelek birîndar bûn, ev cihê şermezarkirinê ye li cem ENKS û alîgirên wê.”

Silêman Oso li Hewlêrê, bû mêvanê bultena Kurdistan24ê û li ser çarenûsa danûstandinên navbera ENKS û PYNKê û herwiha li ser kiryarên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bersiv da pirsên Cemal Batun.

Endamê Desteya Serokatiya ENKS Silêman Oso diyar kir: “Em weke ENKS şermezar dikin destwerdanên çi aliyên Kurdistanî û yên parçeyên din. Her parçeyeke Kurdistanê taybetmendiyên wê hene, divê rêz li wê taybetmendiyê bê girtin. Û taybet îro li Kurdistana Iraqê herêmek heye, herêmeke aram e, baş tê parastin, îro peywira me ye hemû aliyên Kurdistanî parastinê li ser vê herêmê bikin û em destwerdanê di hundirê wê de nekin û em rêz li yasayên wê bigrin.”

Silêman Oso destnîşan kir: “Ev karê ku PKKê kir bi kuştina pêşmergeyekî û gelek birîndar bûn, ev cihê şermezarkirinê ye li cem ENKS û alîgirên wê. Em dibêjin, ev xizmeta pêşeroja Kurdan nake. Em dijî şerê bijakujiyê ne. Ev karê tê kirin, bi rastî karekî xirab e. Hêviya me ew e ku PKK li xwe vegere û dev ji van kiryarên xwe berdin.”

Derbarê asta danûstandinên navbera ENKS û PYNKê de Silêman Oso diyar kir: “Bi awayekî fermî sekinandina diyalogê ji aliyê me ve weke ENKS tine ye. Lê gelek babetên girîng ku em li ser sekinîne, divê bersiva wan bê dayîn. Ev babet, ne daxwazên ENKSê ne, daxwazên miletê Kurd in. Çaxa ku em doza xwendinê dikin û rêbazeke ku were nasîn, ev ne daxwaza ENKSê ye, ev daxwaza Kurdan e.”

Li ser îdiayên ku ENKS li dijî perwerdeya bi zimanê Kurdî ye, Silêman Oso diyar kir: “Em weke ENKS, partiyên me 'emrên wan bi dehan salan e, ji 57an ve partiya yekemîn tesîs bûye, yek ji daxwazên me; em bi zimanê xwe bixwînin û binivsînin û hebûna me bi zimanê me ye. Hevalên me û alîgirên me bi dehan ketine zindanên rejîmê ji ber ku pirtûkek bi zimanê Kurdî li mala wî hatiye dîtin. Ti caran ne maqûl e ENKS dijî perwerdeya bi zimanê Kurdî be, yek ji daxwazên me ya sereke ye îro di hundirê opozîsyonê de di destûra pêşeroja Sûriyê de em bi zimanê xwe yê dayîkê bixwînin û binivsînin. Lê ne rêbazên xeta partiyekê tenê. Em dibêjin 'ne maqûl e îro di bin siya xwendina zimanê Kurdî de em deriyê unîverstî û zanîngeh û kolejên Sûriyê li ber miletê xwe bigrin. Ji ber ev bawername û ev rêbaza tê xwendin, ji aliyê dewletên din nayê nasîn.”

Fly Erbil Advertisment