Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Ednan Dercal kir
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Wezîrê Werzîş û Lawan ê Iraqê Ednan Dercal kir.

Hewlêr (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Wezîrê Werzîş û Lawan ê Iraqê Ednan Dercal kir.
Di hevdîtinê de rewşa werzîş û lawan û çalakiyên werzîşî yên li Iraq û Herêma Kurdistanê hate guftûgokirin û tîşk xistin li ser pêwîstiyên warê werzîşê û girîngiya sûdwergirtina wizeya lawan ya pêşxistina şiyanên wan û beşdarîpêkirina çalakiyên wan ya di avadankirina welat de.
Her du alî tekezî li ser girîngî û pêwîstiya hebûna rewange û stratejiyeke niştimanî ya pêşxistina warê werzîş û lawan li Iraq û Herêma Kurdistanê kir û hevkarî û hemahengiya zêdetirê her du warê werzîş û lawan li Iraq û Herêma Kurdistanê bi pêwîst zanî.
Diyartirîn kêşe û giriftên li ber werzîş û çawayiya çareserkirina wan, pêwîstiya dabînkirina derfeta kar ya lawan û bikarxistina wan ya di proseya avadankirina welat de û paşeroja werzîş, mijareke dinê hevdîtinê bû.