Wezîrên Navxwe û Herêmê ji bo rêkeftina Şingalê diçin Parlemanê
Biryar e roja Duşemê Wezîrê Navxwe û Wezîrê Herêmê yê ji bo Karûbarên Bexdayê derbarê naveroka rêkeftina asayîkirina rewşa Şingalê, biçin Parlemana Kurdistanê.

Navenda Nûçeyan (K24) – Biryar e roja Duşemê Wezîrê Navxwe û Wezîrê Herêmê yê ji bo Karûbarên Bexdayê derbarê naveroka rêkeftina asayîkirina rewşa Şingalê, biçin Parlemana Kurdistanê.
Seroka Komîteya Navçeyên Kurdistanî ya derveyî îdareya Herêma Kurdistanê Ciwan Yûnis Rojbeyanî ji K24ê re ragihand, Biryar e roja Duşemê Wezîrê Navxwe Rêber Ehmed û Wezîrê Herêmê yê ji bo Karûbarên Bexdayê Xalid Şiwanî serdana Parlemana Kurdistanê bikin û bi Komîteya Navçeyên Kurdistanî re bicivin.
Aşkere kir: “Di civînê de dê naveroka rêkeftina Hewlêr û Bexdayê ya ji bo asayîkirina rewşa Şingalê û dem û çawanîya cîbicîkirina rêkeftinê ji bo endamên komîteyê were şîrovekirin. Bi giştî gavên asayîkirina rewşa navçeyên Kurdistanî dê were şîrovekirin.”
Roja 9.10.2020an li Bexdayê di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de rêkeftina asayîkirina Şingalê hat îmzekirin. Nûnerê taybet yê Neteweyên Yekbûyî (NY) jî di kombûnê de bû.
Rêkeftina asayîkirina rewşa Şingalê, ji bilî asayîkirina rewşa ewleha û vegerandina awareyan, derfetek e ji bo rêxistinên navdewletî û Neteweyên Yekbûyî ku çavên wan li cîbicîkirina rêkeftinê ye, beşdarî avakirina wê navçeyê bibin.