Salih Gedo: Di nêzîk de diyaloga PYNK - ENKS'ê dest pê dike

Sekreterê Partiya Çep a Demokrat a Kurd li Sûriyê Salih Gedo radigihîne, danûstandinên di navbera ENKS û PYNKê di demeke nêzîk de dest pê dikin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Sekreterê Partiya Çep a Demokrat a Kurd li Sûriyê Salih Gedo radigihîne, danûstandinên di navbera ENKS û PYNKê di demeke nêzîk de dest pê dikin.

Sekreterê Partiya Çep a Demokrat a Kurd li Sûriyê Salih Gedo ji K24ê re tekez kir, diyaloga kurdî di navbera ENKS û PYNKê de ranewestiye û berdewam e.

Salih Gedo diyar kir jî, endamên şanda Amerîkî yên serperiştiya danûstandinan dikin, ji ber hilbijartinên serokatiya Amerîka, vegeriyane wî welatî.

Partiya Çep a Demokrat a Kurd li Sûriyê ku di çarçoveya PYNKê de beşdarî diyaloga kurdî dibe, sekreterê wê tekez kir, danûstandin dê di demeke nêzîk de dest pê bike.

 

Fly Erbil Advertisment