Mihemedê Hacî Mehmûd: Biden soza dewleta serbixwe dabû Serok Barzanî

Sekreterê Partiya Sosyalist a Demokrat a Kurdistanê Mihemed Hacî Mehmûd derbarê serkeftina Joe Biden di hilbijartinên serokatiya Amerîka de ji K24ê re ragihand, pêştir Biden ji Serok Barzanî re gotibû ku di temenê xwe û Serok Barzanî de, kurd dibin xwedî dewlet, niha jî pêwîst e wê gotin bînin bi bîra Biden.

Navenda Nûçeyan (K24) – Sekreterê Partiya Sosyalist a Demokrat a Kurdistanê Mihemed Hacî Mehmûd derbarê serkeftina Joe Biden di hilbijartinên serokatiya Amerîka de ji K24ê re ragihand, pêştir Biden ji Serok Barzanî re gotibû ku di temenê xwe û Serok Barzanî de, kurd dibin xwedî dewlet, niha jî pêwîst e wê gotin bînin bi bîra Biden.

Mihemed Hacî Mehmûd got jî: Dabeşkirina Iraqê bi ser sê herêman ku berî niha Biden behsa wê kiribû, çareserkirina arîşeyên Iraqê ye û gerek ev nexşeya han jî bînin bîra Biden.

Diyar kir jî, “Li Iraqê gelek arîşe hene. Li ser deyaya petrolê ye û nikare mûçeyan bide xelkê xwe. Niha Iraqê ne dewlet e û di rewşeka xerab de ye. Ew jî vedigere newekhevîyê ku alîyek dixwaze dest bi ser hemû Iraqê de bigire.”

Got jî: "Pêştir Joe Biden bi xwe ji Cenabê Kak Mesûd Barzanî re gotibû ku di temenê min û te de, kurd dê bibin xwediyê dewletê.”