Li Iraqê amarên herî dawî yên koronayê

Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê ragihand; li Iraqê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 53 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê ragihand; li Iraqê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 53 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li gor daxuyaniya Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê, di 24 demjimêrên borî de li Iraq û Herêma Kurdistanê 53 kesan canê xwe ji dest dane û 3 hezar û 184 kes bi vîrûsa koronayê ketine.

Herwiha eşkere kir ku 3 hezar û 305 kes baş bûne.

Wezaretê di daxuyaniya 9ê Mijdara 2020an de eşkere kiriye; heta niha 501 hezar û 733 kes li Iraqê bi vîrûsa koronayê ketine.

Herwiha hatiye destnîşankirin; heta niha li seranserê Iraqê 11 hezar û 308 kesan canê xwe ji dest dane.