Nêçîrvan Barzanî serxweşiyê li malbata ya Qadir Hacî Elî kir
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya keça dawiyê ya Qadir Hacî Elî, bi peyamekê serxweşî li malbata wî kir.
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya keça dawiyê ya Qadir Hacî Elî, bi peyamekê serxweşî li malbata wî kir.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyame xwe de got: “Mixabin nûçeya koça dawiyê ya têkoşer û kesayetiyekî navdar ê Silêmaniyê Qadir Hacî Elî Beg bihîst min bihîst. Ez sersaxiyê ji malbata wî ya hêja û hevalên wî dikin û hevxemê wan im.”
Herwiha got: “Xwedêyê mezin giyanê wî bixe ber rehmet dilovaniya xwe û sebr û aramiyê bide malbat û dost û hevalên wî.”
Qadir Hacî Elî ku yek ji endamên Desteya Damezirandina Tevegra Goranê ye, duhî ji ber vîrûsa Koronayê li Silêmaniyê canê xwe ji dest dabû.