Hêzên Paratina Aştiyê yên Rûsî ber bi Qerebaxê bi rê ketin

Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê ragihand, Hêzên Parastina Aştiyê yên Rûs ji xaka Ermenîstanê ber bi parêzgeha Qerebaxê ve bi rê ketin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê ragihand, Hêzên Parastina Aştiyê yên Rûs ji xaka Ermenîstanê ber bi parêzgeha Qerebaxê ve bi rê ketin.

Hêzên Parastina Aştiyê piştî ku duhî kelûpelên xwe bi firokeyên leşkerî ji Rûsyayê bo Ermenistanê veguhastin, îro jî ber bi Qerebaxê bi rê ketin.

Ew hêz dê li ser xeta pêwendê li Qerebaxê û li ser "Karîdora Laçîn" a ku Qerebaxê bi xaka Ermenîstanê ve girê dide, bi cih bibin û dê xalên çavdêriyê ava bikin.

Cîbicîkirina Hêzên Parastina Aştiyê yên Rûsî piştî wê yekê tê, Rûsya, Azerbaycan û Ermenistanê rêkeftina agirbestê îmze kiribûn.

Wezîrê Berevaniyê yê Ermenîstanê Davîd Tonoyan spasiya Rûsyayê kir ku hêzên xwe yên Parastina Aştiyê li Qerebaxê bi cih kirine û destnîşan kir ku "bijardeya herî baş" e.

Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê beriya niha ragihandibû, hêzên wan ên Parastina Aştiyê li Qerebaxê, 1960 leşker, 90 wesayîtên zirxî û 380 alavên din li xwe digire.

 

Fly Erbil Advertisment