Li Iraqê 3 hezar û 198 kesên din bi koronayê ketin

Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê ragihand; li Iraqê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 50 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê ragihand; li Iraqê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 50 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li gor daxuyaniya Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê, di 24 demjimêrên borî de li Iraq û Herêma Kurdistanê 50 kesan canê xwe ji dest dane û 3 hezar û 198 kes bi vîrûsa koronayê ketine.

Herwiha eşkere kir ku hezar û 992 kes jî baş bûne.

Wezaretê di daxuyaniya 11ê Mijdara 2020an de eşkere kiriye; heta niha 508 hezar û 508 kes li Iraqê bi vîrûsa koronayê ketine.

Herwiha hatiye destnîşankirin; heta niha li seranserê Iraqê 11 hezar û 482 kesan canê xwe ji dest dane.