Eniya Aştî û Azadiyê li Stenbolê bi nûnertiya Amerîka û Ewropa re dicive

Şanda Eniya Aştî û Azadiyê ya rojavayê Kurdistanê, bi opozîsyona Sûriyê, nûneratiyên dîplomasî yên Amerîka û Ewropa li Stenbolê dicive.

Navenda Nûçeyan (K24) – Şanda Eniya Aştî û Azadiyê ya rojavayê Kurdistanê, bi opozîsyona Sûriyê, nûneratiyên dîplomasî yên Amerîka û Ewropa li Stenbolê dicive.

Şandeke Eniya Aştî û Azadiyê ku ji Mihemed Îsmaîl û Feysel Oso ji ENKSê, Gebriyêl Muşê û Dawûd Dawûd ji Rêxistina Asûrî ya Demokratîk û Emîr Dendel û Wasif El Zab ji Teyar El Xed pêk dihat, duhî li Enqerê bi şandeke Wezareta Derve ya Tirkiyê re civiyabû.

Eniya Aştî û Azadiyê îro di daxuyaniyekê de ragihandin, şanda wan duhî li Enqerê bi berpirsên dosyaya Sûriyê ya Wezareta Derve ya Tirkiyê re civiya. Di civînê de jî wan behsa armancên avakirina Eniyê, belavkirina çanda aştiyê, pêkvejiyan û dûrxistina çanda tundûtûjiyê li navçeyê kirin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, aliyê Tirkiyê piştevaniya xwe ji gelê Sûriyê û penaberên wê re diyar kir. Herwiha piştevaniya xwe ji karên navdewletî ji bo çareserkirina krîza Sûriyê li gor biryarên navdewletî re nîşan da.

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin, biryar e şanda Eniya Aştî û Azadiyê li Stenbolê bi Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê û nûnertatiyên dîplomasî yên Amerîka û Ewropa li Stenbolê bicive.

Eniya Aştî û Azadiyê, hevpeymaniyeke siyasî di navbera hêzên Sûrî yên hewl didin sîstemeke firehalî, nenavendî li Sûriyê ava bikin de ye. Bi armanca dîtina çareseriyeke siyasî ya giştgîr û li gor biryarên navdewletî ji Sûriyê re û, pêwendiyê bi opozîsyona Sûriyê û aliyên herêmî û navdewletî re dike.

 

Fly Erbil Advertisment