Mihemed Hacî Mehmûd: Divê Kurd ji Bexdayê vekişin
Sekreterê Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê Mihemed Hacî Mehmûd ragihand; biryara Parlementoya Iraqê derxist holê ku ew ji bo dijayetiya Herêma Kurdistanê yek in.

Hewlêr (K24) – Sekreterê Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê Mihemed Hacî Mehmûd ragihand; biryara Parlementoya Iraqê derxist holê ku ew ji bo dijayetiya Herêma Kurdistanê yek in û divê Kurd ji Bexdayê vekişin.
Berevajî bingeha lihevkirin û wekhevî û rêkeftinên navbera Hewlêr û Bexdayê, aliyên Şîe û Sunne yên li Parlementoya Iraqê yasaya wergirtina deyn pesend kir û di yasayê de berevajî daxwaza Kurdan, şert û mercên nû bi ser Herêma Kurdistanê de sepandin.
Li ser vê mijarê, kesayetê siyasî û pêşmergeyê dêrîn, ku di heman demê de Sekreterê Partiya Sostalîst Demokrat a Kurdistanê ye, Mihemed Hacî Mehmûd peyamek belav kir û ragihand: “Eger hemû dahat û xak û milet jî radestî Iraqê werin kirin, Iraq amade nabe ku budce û mûçe û mafên rewa yên gelê Kurdistanê bide, lê îro mahiyeta Iraqiyan bêtir derket holê, Sunne û Şîe ligel hemû wan dijminatiya wan, îro Şîe û Sunne her du jî Ereb bûn û bi hev re, bi yekdengî, daxwaza birîna budce û mûçeya Herêma Kurdistanê kirin.”
Mihemed Hacî Mehmûd diyar kir: “Sunne û Şîe li dijî Kurdan, bûn yek. Loma ez ji Parlementoya Kurdistanê daxwaz dikim ku civînekê bikin, bi hevkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û partiyên siyasî yên Kurdistanê, van xalan bikin biryar:
1 – Êdî ji Iraqê budce û mûçe neyên xwestin.
2 – Kurd ji Bexdayê vekişin.
3 – Dahata li Kurdistanê rêk bixin û bi awayekî guncaw her 30 rojan carekê, mûçeyên welatiyên Herêmê bidin, li benda Bexdayê nesekinin û êdî Kurdan li ber Bexda û Ereban zelîl nekin.
Îro danê sibê Perlamentoya Iraqê ji bo dengdana li ser projeya yasaya wergirtina qerzan kom bû. Lê nûnerên Kurd ji ber zêdekirina hin madeyên dijî hikûmetê û karmendên Herêma Kurdistanê, beşdarî civînê nebûn.
Her çend nûnerên Kurd beşdarî vê rûniştinê nebûn jî, Perlamena Iraqê deng li ser vê yasayê da.
Gelek Şîe û Sunne di Perlemena Îraqê de li dijî Kurdan bûne yek û di nava vê projeyasayê de daxwaz kirin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê tevahiya dahatên petrolê û yên din radestî Bexdayê bike, Piştre pereyên xwe bistîne. Ev jî berûvajî rêkeftina berê ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatiye kirin