Bexda 320 milyar Dînar dişîne Herêma Kurdistanê
Berdevkê Hikûmeta Iraqê Ehmed Mela Talal ragihand, birgeya mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê ne li gor yasaya qerzê ye, belkû Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêmê li ser dana 320 miliyar Dînaran bo Herêma Kurdistanê li hev kirin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Hikûmeta Iraqê Ehmed Mela Talal ragihand, birgeya mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê ne di li gor yasaya qerzê ye, belkû Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêmê li ser dana 320 miliyar Dînaran bo Herêma Kurdistanê li hev kirin.
Ehmed Mela Talal got: Ev perê han li ser budceya sala 2019 hatiye hejmartin. Hikûmeta Bexdayê dê her mehê, buhayê 250 hezar bermîl petrol yê rojane û dahata federalî ji pişka Herêmê bibire.
Berdevkê Hikûmeta Iraqê di beşeke din ji axaftina xwe de got: Nabe karmendên Herêma Kurdistanê ji ber nakokiyên siyasî zirarê bibînin.
Herwiha destnîşan kir, divê amadekarî û erêkirina projeya budceya sala 2021'an bilez were kirin, da ku mûçe di dema xwe de werin peydakirin.
Berdevkê Hikûmeta Iraqê diyar kir, Bexdayê 12 trilyon Dînar deyn ji bo dabînkirina mûçeyên sê mehên mayî yên sala darayî ya 2020an veqetandiye.