Kargehek li Şarezûrê bi şêwazeke cuda traktoran çêdike
Welatiyekî li Şarezûrê kargeheke biçûk amade kiriye û ji traktor û amûrên wesayîtên kevn, bi şêwaz û dîzaynên cuda, car din traktoran çêdike.

Helebce (K24) – Welatiyekî li Şarezûrê kargeheke biçûk amade kiriye û ji traktor û amûrên wesayîtên kevn, bi şêwaz û dîzaynên cuda, car din traktoran çêdike, ku di nav çar mehan de 60 traktor çêkirine. Ji ber bihêzbûna traktorên wî, gelek kes traktorên bi vê şêwazê dixwazin.
Temenê traktoran bi dawî bûye, lê Usman Mihemed dîzayneke nû ji bo wan traktoram amade dike û kalîteya wan jî zêde dike.
Usman Mihemed kargeheke biçûk vekiriye û bi awayekî berçav, di traktorên kevn de guhertinan pêk tîne û car din dîzayn dike.
Ji ber kevnbûn û sînordariya karê traktoran, xwediyê kargehê Usman Mihemed dixwaze him dîzayn û him jî hêza traktoran biguherîne. Niha gelek kes van traktoran dixwazin.
Usman Mihemed çend sal berê, traktora xwe ya ewil pêşan da, ku ew bi tena serê xwe dîzayna wê çêkiribû. Lê niha di xebata 4 mehan de nêzîkî 60 traktor amade kirine û piraniya muşteriyên wî jî ji naverast û başûrê Iraqê tên û traktoran jê dikirin.