Parêzgarên Silêmanî û Duhokê ji ber wefata Firset Sofî xemgîniya xwe anîn ziman
Parêzgarên Silêmaniyê Heval Ebûbekir û Parêzgarê Duhokê Elî Teter ji ber koça dawî ya Parêzgarê Hewlêrê Firset Sofî xemgîniya xwe anîn ziman.

Hewlêr (K24) – Parêzgarê Silêmaniyê Heval Ebûbekir ji ber koça dawî ya Parêzgarê Hewlêrê Firset Sofî xemgîniya xwe anî ziman.
Heval Ebûbekir di peyama sersaxiyê de ragihand: “Em bi navê Parêgeha Silêmaniyê, sersaxî û xem û şîna xwe ji ber koça dawî ya ciwanmêrê bira û heval û hevkarê ezîz û birêz Dr. Firset Sofî, Parêzgarê Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê tînin ziman.”
Parêzgarê Silêmaniyê diyar dike: “Em ji Xwedayê mezin daxwaz dikin ku aramî bide me hemûyan û ruhê cenabê wî şad bike.”
Parêzgarê Duhokê Elî Teter: Me kesekî jêhatî, pak û rastbêj ji dest da
Elî Teter peyameke sersaxiyê arasteyî malbata Firset Sofî kir û ragihand: “Bi mixabinî ve heval û birayekî hêja, kesekî xakî û xuşdivî, rastgo û mandûneniyas, Dr. Firset Sofî, me hemûyan ji dest da. Serxoşiyê ne bi tenê li kesûkarên Xwedêjêrazî û xelkê Parêzgeha Hewlêrê dikem, belku li hemû Kurdistaniyan; çunkî me kesekî jêhatî, pak û rastbêj ji dest daye, cihê wî beheşt û rewanê wî şad be.”