Serok Barzanî li ser wefata Firset Sofî: Min kurekî xwe ji dest da

Serok Mesûd Barzanî li ser koça dawî ya Parêzgarê Hewlêrê Firset Sofî peyameke sersaxiyê belav kir.

Hewlêr (K24) - Serok Mesûd Barzanî li ser koça dawî ya Parêzgarê Hewlêrê Firset Sofî peyameke sersaxiyê belav kir û ragihand: “Jidestdana kesekî dilsoz mîna Dr. Firset Sofî, ziyaneke mezin e. Min kurekî xwe ji dest da.”

Îro danê sibê hat ragihandin ku Parêzgarê Hewlêrê Firset Sofî ji ber nexweşiya koronayê koça dawî kir. Serok Barzanî ji ber wefata Firset Sofî peyameke sersaxiyê belav kir.

Peyama sersaxiyê ya Serok Barzanî wiha ye:

Bi navê Xwedayê Bexşinde û Dilovan

Nûçeya koça dawî ya Parêzgarê Hewlêrê Dr. Firset Sofî ez xembar û dilteng kirim. Rehmetî Dr. Firset Sofî, mînaka jêhatîbûn û dilsozî û destpakiyê bû. Ew kadroyekî niştimanperwer û aktîv bû. Wî di dema kurt ya parêzgariya xwe de karî nîşan bide ku jêhatî ye û xwe xist nav dilê xelkê. Jidestdana kesekî dilsoz mîna Dr. Firset Sofî, ziyaneke mezin e. Min kurekî xwe ji dest da.

Ez sersaxiyê li xwe û malbat û mirovên rehmetî Dr. Firset Sofî û hemû hevkarên wî yên li hikûmetê û parêzgehê û tevahiya xelkê bajarê Hewlêrê dikim. Ji Xwedayê mezin dixwazim cihê wî bihişt be û sebr û aramî bide her kesî.

Înna Lîllah We Înna Îleyhî Racîûn (Em ji Xweda hatin û em ê dîsa vegerin ba Xweda)

Mesûd Barzanî

18ê Mijdara 2020an

Fly Erbil Advertisment