Li Hewlêrê bo 3 rojan şîn hat daxûyandin! Koça dawîn a Parêzgar Firset Sofî..
Parêzgarê Hewlêrê Firset Sofî piştî pêketina bi vîrûsa koronayê (Covid-19) koça dawî kir.

Hewlêr (K24) - Ji ber koça dawîn a Waliyê Hewlêrê Firset Sofî, li seranserê parêzgeha Hewlêrê 3 roj şîn hat daxûyandin.
Serokê Encumena Parêzgeha Hewlêrê Ali Reşîd di axaftina xwe ya di civîna îro de got: "Mixabin ev kombûn ji bo ji dest dana heval û hevriyê me ye, ew hevpîşeyê me bû ku berî salek û du mehan li vir bi pirranîya dengên endamên encûmenên parêzgehê hat hilbijartin."
Elî Reşîd, “Dr. Firset Sofî jiyana xwe kir qûrban ji bo xelkê di nav sînorê Herêma Kurdistan û Hewlêrê de. Bêxewî û westiyana wî bû sebeb ku bi vîrûsa koronayê bikeve û di encamê de canê xwe ji dest da."
Parêzgarê Hewlêrê Firset Sofî piştî pêketina bi vîrûsa koronayê (Covid-19) koça dawî kir.
Hewlêr ji sala 1923an ve bûye parêzgeh û Firset Sofî 41emîn parêzgar bû.
Firset Sofî kî ye?
- Di sala 1978an de li Çomanê jidayîk bû.
- Li ser yasayên navdewletî xwedî doktora bû.
- Mamosteyê Zanîngeha Hewlêrê yê Polateknîkê bû.
- Endamê gera çarem a Parlementoya Kurdistanê bû.
- Endamê Desteya Şêwirmendiya Yasayî yê Serokatiya Herêma Kurdistanê bû.
- Endamê Lijneya Nivîsandina Destûra Herêma Kurdistanê bû.
- Endamê Lijneya Bilind a Çaksaziyê bû.
- Serokê Lijneya Demkî ya Peyrewa Navxwe ya Parlementoya Kurdistanê bû.
- 41emîn Parêzgarê Hewlêrê bû.