HAK-PAR: Gelê Kurd gelhez û niştimanperwerekî dilsoz wenda kir!

Hewlêr (K24) - Serokê Giştîyê Partîya Maf û Azadîyan (HAK-PAR) Letîf Epozdemir sebaret bi koça dawîn a Parêzgarê Hewlêrê Firset Sofî peyama hevxemiyê weşand û got,

Parêzgarê Hewlêrê Firset Sofî piştî pêketina bi vîrûsa koronayê (Covid-19) îro koça dawî kir.

Peyama Serokê Giştî yê HAK-PAR'ê:

"Mixabin ku parêzgerê (Walî) Hewlêr Dr. Fersat SOFÎ jî, ji ber şewba coronayê di temeneke gênc û ciwan de jîyana xwe ji dest da. Dr Fersat demek bu ku li derveyê welat tedawî didît. Lê mixabin ku îro jîyana xwe ji dest da. Cinyazê xwedêjêrazî, sibehê wê bigêje Hewlêrê.

Dr. Fersat SOFÎ kadroyeke sîyasî yê PDK-Partîya Demokrata Kurdistanê bu. Zanîyar, lêkolîner û karzaneke bijare bu. Ji bo Hewlêrê gelek projeyên baş amade kiribu, lê heyf ku ew niha, projeyên wî, bey wî man.

Dr. Fersat endamêtîya dema çaran a parlementoya Kurdistanê jî kiribu. Endamê desteya rêveber a Partîya Demokrata Kurdistanê bu. Her wiha parêzgereke nimûne bu ji bo herêma Kurdistanê.

Bêguman wefata Dr. Fersat xesareke gelek mezine ji bo miletê Kurdistanê û bi taybet ji bo şênîyên parêzgeha Hewlêr. Miroveke şaraze, lêzan û hazirbidest bu. Ji bo her kêşeyek çareserîyek her tim di bin destê wî de hebu.

Gelê Kurd gelhiz û niştimanperwereke dilsoz wenda kir.

Cinyazê Dr. Fersat SOFÎ sibeynê, piştî merasima ku li parlementoyê were çêkirin, li Hewlêrê tê rakirin.

Hikûmeta herêma Kurdistanê bi boneya wefata Dr. Fersat li Hewlêrê sê rojan şîn û matemînî îlan kir.

Em wekî Partîya Maf û Azadîyan bi koça dawîya Dr. Fersat gelek xembar û xemgînin. Partîya me jî, hevaldosteke hêja wenda kir. Dr. Fersat SOFÎ dostêkê me yê qedirbilind bu.

Em sersaxîyê didin malbatê, dost û hevkar û hevrê û hezkiryên birêz Dr. Fersat SOFÎ.

Bila serê girse û hevalbendên Partîya Demokrata Kurdistanê sax be.

Em sersaxîya xwe pêşkêşî niştecîyên parêzgeha Hewlêr dikin.

Miletê Kurd ewladek xweyê birûmet ji dest da. Bila serê Miletê Kurd sax be.

Rûşad be, mekan cennet be, dinav nûr û ronahîyê de razê.

Oxira te ya xêrê be Kek Dr. Fersat SOFÎ."

Fly Erbil Advertisment