Ji Mela Mistefa Mesûd Barzanî peyama hevxemiyê sebaret bi wefata Firset Sofî
Parêzgarê Hewlêrê Firset Sofî piştî pêketina bi vîrûsa koronayê (Covid-19) îro koça dawî kir.

Hewlêr (K24) - Mela Mistefa Mesûd Barzanî sebaret bi koça dawîn a Parêzgarê Hewlêrê Firset Sofî hevxemiya xwe ragehinad.
Parêzgarê Hewlêrê Firset Sofî piştî pêketina bi vîrûsa koronayê (Covid-19) îro koça dawî kir.
Peyama Barzanî wiha ye:
"Nûçeya koça dawîn a Parêzgarê Hewlêrê Dr. Firset Sofî gelek xembar kirim.
Lewma hevxemiya xwe û serxweşiyê pêşkêşî malbat û kesûkarên wî dikim. Ji Xwedayê mezin dixwazim ku canê wî bi bihûşta xwe şad bike."
Parêzgarê Hewlêrê Firset Sofî piştî pêketina bi vîrûsa koronayê (Covid-19) koça dawî kir.
Hewlêr ji sala 1923an ve bûye parêzgeh û Firset Sofî 41emîn parêzgar bû.
Firset Sofî kî ye?
- Di sala 1978an de li Çomanê jidayîk bû.
- Li ser yasayên navdewletî xwedî doktora bû.
- Mamosteyê Zanîngeha Hewlêrê yê Polateknîkê bû.
- Endamê gera çarem a Parlementoya Kurdistanê bû.
- Endamê Desteya Şêwirmendiya Yasayî yê Serokatiya Herêma Kurdistanê bû.
- Endamê Lijneya Nivîsandina Destûra Herêma Kurdistanê bû.
- Endamê Lijneya Bilind a Çaksaziyê bû.
- Serokê Lijneya Demkî ya Peyrewa Navxwe ya Parlementoya Kurdistanê bû.
- 41emîn Parêzgarê Hewlêrê bû.