Li rojavayê Kurdistanê 5 kesan canê xwe ji dest dan

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa koronayê belav kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li rojavayê Kurdistanê û herêmên Rêveberiya Xweser 190 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 5 kesan canê xwe ji dest dan.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa koronayê belav kir û ragihand ku 5 kesan jiyana xwe ji dest dane. Haletên mirinê, 2 kes li Dêrikê, 1 kes li Hesekê, 1 kes li Dirbêsiyê û 1 kes li Şehbayê ne.

Dr. Ciwan Mistefa, Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser ragihand; 190 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û ji wan 25 kes li Hesekê, 17 kes li Qamişlo, 14 kes li Dêrikê, 7 kes li Girkê Legê,  8 kes li Amûdê, 2 kes li Til Temir, 1 kes li Dirbêsiyê, 1 kes li Çilaxa, 1 kes li kampa Holê, 25 kes li Kobanî, 22 kes li Reqayê, 40 kes li Tebqayê, 18 kes li Minbicê, 5 kes li Dêrazorê û 4 kes li Şehbayê ne.

Dr. Ciwan Mistefa eşkere kir ku di nav 24 demjimêran de 17 kes jî baş bûne.

Bi vî awayî, hejmara kesên li rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 6420 kesan, ji wan 905 kes baş bûne û 168 kesan jî canê xwe ji dest dane.

Fly Erbil Advertisment